Dîmenê sucên şer ên artêşa Tirk hat weşandin

Dîmenê êrîşên bi çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nuklere ên ku artêşa Tirk a dagirker li qada Metînayê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gerîlayên azadiyê bikaranîn, hat weşandin.

Dîmenê sucên şer ên artêşa Tirk hat weşandin
30 ÇILE, 2024   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîmenê êrîşên bi çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer hate weşandin ku artêşa Tirk a dagirker li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya herêma Metînayê li dijî gerîlayên azadiyê van çekên qedexekirî bikaranî. Di van êrîşan de 4 gerîla şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di 18 û 20’ê Kanûna 2023’an de li ser êrîşan ev agahî dabû:

“14, 15 û 16’ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya li herêma Metînayê, çeperên me yên şer 41 caran bi teqemeniyên qedexekirî û gazên kîmyewî hatin bombekirin. Her wiha carekê bi bombeya taktîk nukleer hate bombekirin.

18’ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya herêma Metînayê, çeperên me yên şer 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî û gazên kîmyewî hatin bombekirin.”