Di teqîna erebeyekê li Hindistanê de 8 kes hatin kuştin

Li paytexta Hindistanê New Delhi erebeyek teqiya, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn. Heta niha sedema teqînê nehatiye zanîn.

Di teqîna erebeyekê li Hindistanê de 8 kes hatin kuştin
10 mijdar, 2025   21:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFPˊê, rêveberekî polîsên paytexa Hindistanê New Delhiyê da zanîn ku li navenda bajêr erebeyek teqiya û di encamê de 8 kes hatin kuştin û 19 birîndar bûn.

Li gorî komîser Satish Gulcha ji rojnameyan re aşkera kiriye, "Vê êvarê saet 06.52ˊan erebeyek hêdî diçû li gel îşareta trafîkê ya sor sekinî û di hundirê wê de teqînek çêbû. Di encamê de hin kes mirin û hin jî birîdnar bûn û zirar bi erebeyên derdorê bûn."

Polîsan sedema teqînê diyar nekir, lê ragihand ku wan dest bi lêpirsîn û lêkolînan kir.

(mh/fr)