El Şeri di deriyê paşîn re derbasî Koşka Spî bû

Raporên ragihandinê aşkera kir ku serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehemed El Şeri di serdana xwe ya ji bo Washingtonê de, ji deriyê paşîn re derbasî Koşka Spî bûye. Derbasbûna di wî derî re li gorî protokolên Amerîkayê ne fermî ye û dûrî kamereyên ragihandinê ye.

El Şeri di deriyê paşîn re derbasî Koşka Spî bû
10 mijdar, 2025   21:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporên ragihandinê, serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri di serdana xwe ya ji bo Washingtonê de di deriyê paşîn re ya li aliyê başûr e kete Koşka Spî. Ev derî dûrî kamereyên ragihandinê ye.

Çavkaniyan anî ziman ku li gorî urfên dîplomatîk û protokola Amerîkayê, ketina mêvanan ji vî derî wekî nîşaneya serdaneke ji hêla raya giştî ve nayê pêşwazîkirin tê hesibandin û pir caran di çarçoveya nepeniya siyasî yan hişyariyê de dan û standin pê re tê kirin. Ew serdan berevajî yên fermî ne ku serok ji ji deriyê bakur an jî fermî tê pêşwazîkirin ku ji bo merasîm û ragihandinê hatiye destnîşankirin.

Medyaya Amerîkayê jî ku agahiyên xwe dispêre Koşka Spî diyar kir ku civîna Donald Trump û Ehmed El Şeriî di nava rojê de dest pê kir.

Ev serdana El Şeri ji bo Washingtonê, piştî nêzî 6 mehan ji hevdîtina Trump li Erebistana Siûdî pêk hat.

(fr)