Şêniyên Hesekê şehîdekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kir

Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mihemed Asim Elî li Pakrewangeha Şehîd Dijwar defin kir û soza şopandina rêya şehîdan dubare kir.

Şêniyên Hesekê şehîdekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîdekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîdekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîdekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîdekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîdekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kir
10 mijdar, 2025   21:43
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê bi merasîmekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mihemed Asim Elî li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê defin kir. Di merasîmê de bi sedan şênî, malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl û leşkerî amade bûn.

Şehîd Mihemed Asim Elî di 27'ê Mijdara 2017'an de tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû û di 8'ê Mijdara 2025'an de li bajarê Hesekê di dema pêkanîna erkê xwe de şehîd bû.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Xilûd Xelef sersaxî da malbata şehîd û soza domandina rêya wî dubare kir.

Dûre endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ciwan Hesekê bi navê hêzan axivî û hemû şehîd bi bîr anîn û soza domandina têkoşînê û parastina xakê dubare kir.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat radestkirin. Cenaze bi tilîliyên dayikan hat definkirin.

(mh/fr)

ANHA