Barana zêde zerar da kampên penaberan ên Serêkaniyê

Li herêma Cizîrê baran zêde barî û di encamê de kampên koçberên gelek ziyan dîtin û konên wan di bin avê de man.

Barana zêde zerar da kampên penaberan ên Serêkaniyê
29 cotmeh, 2026   08:54
HESEKÊ

Şevê din li Sûriyeyê baran bariya li gelek bajaran jî lehî rabû û di encamê de kanpên  koçberên Serêkaniyê ziyan dît û konên wan di bin avê de man.

Heyva Sor a Kurd destwerdana rewşê kir û koçber veguheztin avahiyên derdûrê kampe.

Her wiha Hêzên Parastina Jin (YPJ) û lîwaya Hesekê destek dan koçberên ku di baranê de ziyan dîtin.

Li gundê Til Fiwêdat ê girêdayî Til Temir jî navendên koçberên Serêkaniyê di bin baranê de man û gelek ziyan dîtin. Koçberên av derbasî cihê wan bûye bang li aliyên têkildar û rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdana vê rewşê bikin û bi wan re bibin alîkar.

Koçberan bang li Komîteya Koçberên Serêkaniyê kir ku bi lez vegerin herêmên xwe.

(np)

ANHA