Di rojnameyên erebî de hewldanên Erdogan ên normalîzekirina li gel Esed û pêşniyara DYAˈyê

Di rojevên îro yên rojnameyên erebî de, hewldanên zêde yên Erdogan ên normalîzekirina li gel Esed bi "metirsiyên Tirkiyeyê ku qada şer berfireh bibe, bi tayetî piştî ku hêrsa Îsraîlê ya li hemberî Erdogan gihaşte lûtkeyê" nirxand. Li gorî rojnmaeyan, Hemas dê pêşniyara DYAˈyê ya derketina ewle ya rayedarên Hemasê ji Xezayê qebûl neke.

Di rojnameyên erebî de hewldanên Erdogan ên normalîzekirina li gel Esed û pêşniyara DYAˈyê
14 mijdar, 2024   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb cih da hewldanên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên normalîzekirina têkiliyên bi Şamê re.

Rojanameyê axaftinên zêde yên Erdogan ên li ser normalîzekirina li gel Beşar Esed bi "metirsiyên Tirkiyeyê yên li ser berfirehbûna qada şer, bi taybet piştî ku hêrsa Îsraîlê li hemberî Tirkiyeyê zêde bûye" nirxand. Li gorî rojnameyê; "Ev yek dide xuyakirin ku Enqere bi rêya normalîzekirina li gel Esed, li eniyekê digere ku li hemeberî Îsraîlê li rex Îranê bisekine.”

Rojnameyê diyar kir ku axaftinên Erdogan ên der barê normalîzekirina li gel Esed de hemwextî serdana emîrê Qeterê Şêx Temîm Bîn Hemed Al Sanî ya ji Enqereyê re ku îro (pêcşem) pêk were, zêde bûne.

Rojnameyê bi bîr xist ku Doha ku nekarî ji bo serbestberdana rehîneyan zextê li Hemasê bike, ji bertekeke tund a Îsraîlê ditirse.

Li gorî rojnameyê "Erdogan normlîzekirina têkiliyan bi Esed re wek derfetekê dibîne ku "barên ji ber destwerdana xwe ya rasterast a di şer de li ser Tirkan giran kiriye, kêm bike ku yek jê jî vegerandina 4 milyon penaberên sûriyeyî ya li welatê wan e. Lê Erdogan baş dizane ku Esed bêyî vekişîna Tirkiyeyê ji xaka Sûriyeyê û rawestandina desteka ji komên çekdar re, normalîzekirinê nake.”

‘GELO HEMAS DI BERDÊLA BERDANA GIRTIYAN DE DÊ DERKETINA EWLE QEBÛL BIKE?’

Tora El Erebiye bal kişand ser pêşniyara wezîrê karên derve yê DYAˈyê Anthony Blinken a derketineke ewle ya endam û rêberên Hemasê ji Xezayê, li beramberî serbestberdana rehîneyan.

Rojnameyê cih da nirxandinên pisporên leşkerî yên der barê pêşniyarê de û diyar kir ku Hemas dê vê pêşniyarê qebûl neke û ev tişt hat bibîrxistin: "Ev pêşniyar berî kuştina Yehya Sinwar hatiye kirin û tevgera Hemasê qebûl nekir. Hemas baş dizane qebûlkirina vê pêşniyarê dê dawî li doza Filistînê bîne û dê bi temamî tesfiye bike.”

Her wiha hate gotin: "Pisporên leşkerî desntîşan dikin ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi xwe naxwaze şer bi rêkeftinekê bi dawî bibe, eger nebe ew dê bikeve metirsiya rûxandina hikumeta wî û dadgehkirina wî, lewre li gorî berjewendiya wî ye ku şer bidomîne da ku bikare dewam bike."

Her wiha hate diyarkirin ku şîrovekar texmîn dikin li pêşberî pêkanîna pêşniyara Blinken dê gelek zehmetî hebin.

‘HEVDÎTINA BIDEN Û TRUMP DÊ REWŞA LI LUBNANÊ NEGUHERE’

Rojnameya El Nehar a Lubnanê diyar kir ku encamên hevdîtina yekemîn a di navbera Joe Biden û Donald Trump de rewşa aloz a li Lubnanê neguherin, ruxmî ku gelek hewldan ji bo agirbestê hatin pêşkêşkirin.

Li gorî rojnameyê vê yekê li cem rayedarên lubnanî yên bi Amerîkayê re dan û standinan dikin, metirsî çêkir ku li pêşiya Îsraîlê 2 meh hene ta ku armancên xwe li Lubnanê bi cîh bîne, beriya ku Trump dest bi erka xwe bike.

Bi nêrîna rojnameyê, "gurbûna aloziyê di vê demê de gelekî metirsîdar e. Lubnan dê nekare encamên wê tehemul bike. Ji ber encamên vê aloziyê dê encamên şerê meydanî derbas bikin.”

(bb/şx)