Di êrişa DAIŞˈê de ajokarek û şervanek şehîd bûn

Di êrişa çeteyên DAIŞˈê ya li ser tankereke mazotê ya li ser rêya di navbera Şedadê û Deşîşeyê de şervanekî Hêzên Erka Xweparastinê û ajokarê tankerê şehîd bûn.

Di êrişa DAIŞˈê de ajokarek û şervanek şehîd bûn
14 mijdar, 2024   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyekê de hate diyarkirin ku 4 çeteyên DAIŞˈê duh (13 Mijdar) saet 09.00ˈan êrişî tankereke sotemeniyê kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku êriş li ser rêya di navbera bajarên Şedadê û Deşîşeyê yên gundewarên Hesekê û Dêrazorê de pêk hat.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di êrişê de ajokarê tankerê yê bi navê Îbrahîm Şihab ji Helebê ye, jiyana xwe ji dest da û zirar li tankerê bû.

Her wiha hate zanîn ku dema Hêzên Erka Xweperastinê bersiva êrişê da, şer derket û di encamê de şervanek şehîd bû.

Di daxuyaniyê de îşaret bi xetereya şaneyên çeteyên DAIŞˈê hate kirin û hate diyarkirin: "Bi êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên me re xetereya şaneyên rêxistina DAIŞ a terorîst zêdetir dibe. Lewra divê pêngavên leşkerî yên domdar li dijî wan pêk werin heya ku ji kokê werin rakirin."

(bb)