Di rojnameyên erebî de bandora serdana Trump a li Kendavê û kaosa Sûdanê

Çavdêr di wê baweriyê de ne ku serdana serokê DYA’yê bo Rojhilata Navîn, hevsengiyeke nû li herêmê çêkir ku rola Erebistana Siûdî û Kendavê zêde kir. Sûdan jî ji ber tunebûna îradeya çareseriyê ber bi kaosê ve diçe.

Di rojnameyên erebî de bandora serdana Trump a li Kendavê û kaosa Sûdanê
19 gulan, 2025   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser bandora serdana serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bo Rojhilata Navîn, dan û standinên vê dawiyê yên li Xezayê û têkçûna aştiyê li Sûdanê.

‘TIFAQÊN NÛ HEVKÊŞEYÊN HERÊMÊ JI NÛ VE XÊZ KIRIN’

Rojnameya El Şerq El Ewsat nivîsî ku gera serokê DYA’yê Donald Trump li herêma Kendavê ku Erebistana Siûdî, Îmarat û Qeter girtin nava xwe, guhertineke mezin di hevkêşeyên Rojhilata Navîn de nîşan dan. Wê serdanê roleke nû ji bo Erebistana Siûdî wekî hêza herêmî ya serdest nîşand da, berevajî wê rola hêzên kevneşopî yên wekî Îran û Îsraîlê, her wiha Rûsya û Çînê kêm bû.

Di serdanê de her wiha Erebistana Siûdî karîbû bihêle DYA dosyaya cezayên li ser Sûriyeyê di ber çavan re derbas bike ku nîşaneyek e li ser berfirehbûna bandora Siûdiyê û xwesteka wê ya vegerandina Sûriyeyê bo nav cîhana erebî. Ev jî beşeke hewlên yekkirina hevbendiya erebî û pêşîgirtina projeyên tundraw û mezhebî ye.

‘DERFETA DAWÎN A DAN Û STANDINAN’

Rojnameya El Xelîc diyar kir ku şerê li Xezayê nakokiya berfireh a di navbera rêveberiya Trump û hikumeta Netanyahu de aşkera kir û nîşan dide ku piştgiriya bê şert û merc a DYA’yê ji bo Îsraîlê kêm bûye.

Rojnameyê destnîşan kir ku Netanyahu rûbirûyî zextên zêde yên navxweyî û derve ye, ji ber têkçûnên li pey hev li Xeza, Sûriye û Lubnanê. Ev dikare derketina wî ji qada siyasî bileztir bike, nemaze piştî zêdebûna rexneyên ji hundirê Îsraîlê yên der barê stratejiya hikumeta Netanyahu û windahiyên wê yên li ser erdê de.

‘ÇIMA RÊBERÊN SÛDANÊ BI BERDEWAMÎ ÇAREYAN NABÎNIN?’

Der barê Sûdanê de, rojnameya El Quds El Erebî analîzeke berfireh têkildarî lêkolîna ku ji aliyê Navenda Fikra ya Lêkolînan ve hatiye weşandin, belav kir. Di raporê de hatiye gotin sedemên têkçûna berdewam a Sûdanê ji bo avakirina aştiyeke berfireh û dewleteke sivîl ew  e ku di rêvebirinê de pirsgirêkeke bingehîn heye, her wih ji ber serdestiya gendelî û berjewendiyên takekesî ya li ser hesabê nêrîn û prensîban e.

Rojnameyê tekez kir ku şerê ku di sala 2023’yan de dest pê kir, nakokiyên navxweyî kûrtir kirin û  hêzên sivîl jî ji ber ku lawaz in û nerêxistinkirî ne, nekarîn alternatîfên siyasî yên rast pêşkêş bikin.

(k)