Di operasyona HAT’ê de çeteyekî xeternak hat girtin
Di operasyona HAT’ê de li gundewarê Dêrazorê çeteyekî xeternak ê DAIŞ’ê hat girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li gundewarê kantona Dêrazorê çeteyekî DAIŞ’ê yê xeternak girtiye.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Hêzên me yên taybet (H.A.T) bi hemahengiya Dezgeha Ewlehiya Giştî, berbanga Înê (16 Gulanê) operasyoneke bi bandor li gundewarê Dêrazorê pêk anî. Di encama operasyonê de endamekî xeternak ê şaneyên DAIŞ a terorîst hat destgîrkirin."
Li gorî daxuyaniyê, çeteyê hatiye destgîrkirin yek ji çeteyên herî xeternak in û ev tişt hatin diyarkirin "Destê wî di gelek qetilkirinan û têkbirina ewlehî û istiqrara herêmê de ye. Her wiha piştrast bûye di dema serweriya rêxistina terorîst li herêmê de ev kes cihê xwe di avakirina "Xwekujiyan" de digirt."
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin "Ev operasyon di çarçoveya xebatên ewlehiyê de ku hêzên me bi armanca girtina bermehiyên terorîstan û zuhakirina çavkaniyan wan li dar dixin, pêk hat. Operasyon bi serkeftî encam da, tu zerar li hêzên me nebûn."
Hate destnîşankirin ku lêpirsîna bi çete dewam dike, piştre dê sewqî dadgehê were kirin da ku li gorî qanûnê were cezakirin."
(bb)