Li Parîsê kesekî hewl da êrişî polîsan bike hat kuştin

Li Parîsê kesekî hewl da bi kêrê êrişî polîsekî bike, ji aliyê polîsan ve hat kuştin.

Li Parîsê kesekî hewl da êrişî polîsan bike hat kuştin
14 sibat, 2026   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Ofîsa Dozgeriya li dijî Terorê ya Fransayê ragihand kesekî duh hewl da li nêzîkî Arc de Triomphe ya Parîsê bi kêrê êrişî polîsekî bike. Ofîsê ragihand ku polîsan êrişkar gulebaran kir û di cih de hat kuştin. 

Li gorî ofîsê, di bûyerê de tu zirar negihaşt polîsan.

Hate zanîn ku êrişkar bi sûcê terorê 12 rojan hatibû girtin û di Kanûna borî de hatibû berdan.

Polîsên Fransayê jî ragihand ku bûyer li nêzî gora Leşkerê Nenas dema ku endamên hêzên ewlekariyê mûm pêdixistin, rû daye.

(bb)