Di navbera artêşa Iraqê û hêzên PDK’ê de şer rû dide

Li çiyayê Qerçox yê li Mexmûrê di navbera artêşa Iraqê û hêzên PDK’ê de şer derket.

Di navbera artêşa Iraqê û hêzên PDK’ê de şer rû dide
22 cotmeh 2023   17:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews, beriya çend kêliyan li ser çiyayê Qereçox yê li Mexmûrê li xalên ku beriya niha hêzên HPG’ê jê derketibûn û artêşa Iraqê lê bi cih bibûn, di navbera artêşa Iraq û hêzên PDK’ê de şer derket.

Li gor agahiyên Rojnews di encama şer de 3 leşkerên Iraqê û 5 çekdarên PDK’ê birîndar bûne.

Dengê şer li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî jî tê bihîstin û hinek gule jî li nava xaniyên welatiyên wargehê ketin.

Şer berdewam e.