Amerîkayê keştiyek din kir armanc: 3 kes hatin kuştin

Artêşa Amerîkayê di çarçoveya operasyona li dijî narkotîkê de ku ji Îlonê 2025'an ve didomîne, keştiyek bi gumana qaçaxçîtiya narkotîkê li  Okyanûsa Pasîfîkê kir armanc. Di encamê de 3 kes hatin kuştin.

Amerîkayê keştiyek din kir armanc: 3 kes hatin kuştin
27 nîsan, 2026   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya artêşa Amerîkayê de hate gotin, di çarçoveya operasyona li dijî narkotîkê de ku ji Îlonê 2025'an ve didomîne, keştiyek bi gumana qaçaxçîtiya narkotîkê li  Okyanûsa Pasîfîkê hat hedefkirin. Li gorî artêşê, di êrişê de 3 kes hatin kuştin.

Fermandariya Başûr a Amerîkayê jî ragihand ku piştî şopandina keştiyekê di rêya qaçaxçîtiyê de derbe lê hat hatin xistin.

Li gorî daneyan, hejmara kuştiyan di van operasyonan de bû 186.

(bb)