Çalakvana siyasî: Di girtîgehên hikumeta demkî de îşkence li jinan tê kirin

Çalakvana siyasî Feyrûz Xelîl diyar kir ku di girtîgehên hikumeta demkî de îşkence û destdirêjî li jinan tê kirin û ji rêxistinên jin xwest dawî li vê yekê bînin û jinên girtî serbest werin berdan.

Çalakvana siyasî: Di girtîgehên hikumeta demkî de îşkence li jinan tê kirin
31 tîrmeh, 2026   05:10
NAVENDA NÛÇEYAN
YARA MIHEMED

Çalakvana siyasî Feyrûz Xelîl rewşa jinên Sûriyeyê ji aliyên siyasî, civakî, aborî, çandî û qanûnî ve, ji ajansa me re nirxand. 

Feyrûz Xelîl got jin di vê pêvajoyê de ji aliyên civakî, aborî, siyasî, çandî û qanûnî ve têne paşguhkirin û hejmara nûnerên jinan di saziyên dewletê de kêm e.

Têkildarî vê mijarê Feyrûz Xelîl got jinên Sûriyeyê li beramberî bedelên di şoreşê de dane qebûl nakin ku ji aliyê siyasî ve werin paşguhkirin, jinan ji aliyê civakî, siyasî, aborî, leşkerî û hwd de berpirsyarî rakir û bedel dan. Jinên Sûriyeyê gihaştine wê zanebûnê ku ji bo mafên xwe tê bikoşin û di rêvebirina Sûriyeyê de rola wan hebe.

Feyrûz Xelîl siyaseta hikumeta demkî nirxand û got zîhniyeta baviksalar dixwaze hebûna jinan sînordar bike û jin di çarçoveya adetên civaka zayendperest de tev bigerin, lê jinên sûriyeyî vê yekê qebûl nakin.

Feyrûzê got li Sûriyeyê hîna jin têne kuştin, revandin, tundî û destdirêjiyê li wan dikin. Rêxistin û tevgerên jinan vê yekê dinirxînin û daxwaz dikin ku di destûra Sûriyeyê de mafên jinan werin misogerkirin. Her wiha divê hejmara nûnerên jin di Meclisa Gel (parlamento) û hikumetê de zêde bikin.

Feyrûz Xelîl ji bo xebatên jinan li Şamê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got jinên ji Şamê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev dicivin, siberoja Sûriyeyê û parastina deskeftiyên jinan nîqaş dikin. Di civînên xwe de daxwaz dikin ku hêzên leşkerî yên jin cihê xwe di nava artêşa Sûriyeyê de bigirin, ji ber ku ew difikirin heke jin cihê xwe di saziyên leşkerî de bigirin dê bikarin jinan ji aliyê siyasî û civakî ve biparêzin. Her wiha li Sûriyeyê jinan xwe daye ber ku ji hemû aliyan ve cihê xwe di avakirina Sûriyeyê de bigirin. Heke hebûna jinan nebe projeya avakirina civaka demokratîk nakeve meriyetê û aramî li Sûriyeyê çênabe.

Feyrûz Xelîl bal kişand ser rewşa jinên di girtîgehên hikumeta demkî de û got wan xwe gihandiye jinên ji girtîgehên hikumeta demkî derketine û wan jinan aniye ziman ku di girtîgehan de îşkence û destdirêjiyê li jinan dikin. Feyrûzê ji rêxistinên jinan xwest bikevin nava tevgerê û kesên îşkence û destdirêjî li jinan dikin, werin cezakirin û hemû jinên di girtîgehan de serbest werin berdan.

Di dawiyê de Feyrûz Xelîl got di vê pêvajoyê de li hemberî binpêkirin û kiryarên têne kirin divê jin xwe bi rêxistin bikin, deskeftiyên xwe biparêzin. Ji bo aramî li Sûriyeyê çêbe û pirsgirêkên wê werin çareserkirin divê ji hemû aliyan ve hebûna jinan hebe. Heke derfet bidin ku jinên Sûriyeyê bixebitin û li pêşiya têkoşîna wan nebin asteng, dê tundî li Sûriyeyê nemîne û edalet û wekhevî bi pêş bikeve.

(np)

ANHA