Tirkiye û Azerbaycanê tetbîqatên leşkerî dan destpêkirin

Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê ragihand ku tetbîqatên leşkerî yên hevpar bi Tirkiyeyê dane destpêkirin. Di heman demê de li Tehranê dan û standin di navbera wezîrên karên derve yên Ermenistan, Azerbaycan, Rûsya, Gurgistan, Îran û Tirkiyeyê de dest pê kirin.

Tirkiye û Azerbaycanê tetbîqatên leşkerî dan destpêkirin
23 cotmeh, 2023   19:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Azerbaycanê ragihand ku tetbîqatên leşkerî yên bi Tirkiyeyê re dest pê kirin, ji dema ku Baku dest danî ser herêma Qerebaxê ve an ku di meha borî de ya yekemîn e.

Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku nêzî 3 hezar leşker beşdarî tetbîqatê bûne ku navê Mustefa Kemal Ataturk lê hatiye kirin.

Wezaretê diyar kir ku tetbîqat li seranserî Azerbaycan, Baku û Naxîçîvan ên li ser sînorê  biTirkiyê re li dar dikevin.

Piştî ku Azerbaycanê dest danî ser Qerebaxê û piraniya Ermenên wê koçber e, Emenistanê ragihand ku ew amade ye peymana aştiyê îmze bike.

Hemwextî tedbîqatan, îro (Duşemê)  li Tehranê civîna wezîrên karên derve yên Ermenistan, Azerbaycan, Îran, Rûsya, Gurgistan û Tirkiye ya  ji bo nîqaşkirina "Peymana Aştiyê" dest pê kir.

Balyozê Ermenistanê li Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Cinêvê Andranik Hovhannisyan berê gotibû, Azerbaycanê piştî êrişa dawîn a hêzên Baku ya li dijî Qerebaxê qirkirin û sûcên dermirovî li Qerebaxê pêk anî.

(mh)