Di êrişa Ukraynayê de kesek hat kuştin

Li bajarê Taganrog ê li başûrê Rûsyayê di êrişa droneke Ukraynayê de kesek hat kuştin.

Di êrişa Ukraynayê de kesek hat kuştin
30 adar, 2026   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê herêma Rostov a Rûsyayê Yuri Slyusar agahî li ser Telegramê parve kir û diyar kir ku di êrişa bi droneke Ukraynayê de kesek hatiye kuştin û şewat li bajarê Taganrog ê li başûr derket, lewre şênî ji herêmê derxistin.

Waliyê herêmê da zanîn ku di encama şewatê de zirar çêbûn û ekîbên rewşên awarte li cihê ketina parçeyên dronan dixebitin.

(bb)