Di kampên penaberên sûriyeyî de şewat derket

Li Lubnanê di 2 kampên penaberên sûriyeyî de şewat derket.

30 adar, 2026   11:25

Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA) ragihand ku duh êvarê di 2 kampên penaberên sûriyeyî yên li bajarokê Bir Ilyas de şewat derket.

Heman ajansê diyar kir ku ekîbên parastina sivîl şewat vemirandin û zirarên mirovî çênebûne.

(bb)