Artêşa Îsraîlê êrişên li ser Lubnanê didomîne

Artêşa Îsraîlê êrişî taxên başûrê Beyrûtê kir, Hizbullahê jî bi bersiv da û bi roket û dronan li çeperên Îsraîlê da. Di encamê de hin kes birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê êrişên li ser Lubnanê didomîne
30 adar, 2026   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro êrişî taxên başûrê Beyrûtê kir û deverên Haret Hreik, El Xibêrî, Laylaki, Hadas, Burc El Berajneh, Tehwitet El Xedîr û Şiyah bombebaran kirin.

Balafirên şer her wiha li bajarokên Yatir û Dêr Amais êrişî malan kir û bi topan li derdora Maroun El Ras, Yaroun û Bint Cibêl xist, di heman demê de artêşa Îsraîlê li bajarokê Naqûra xanî şewitandin.

Hizbullahê jî bersiv da û rêzeêrişên bi roket û dronan li dijî çeperên artêşa Îsraîlê li Malkiya, Kiryat Şimona, Eledêsa, Avivim, Mişmar El Kermel, Xecer, Doviv, û Metula, pêk anîn, her wiha li baregeha Şomêra û cihekî nêzîkî girtîgeha El Xeyam xist.

Artêşa Îsraîlê di postekê de li ser platforma xwe ya X’ê ragihand ku 6 leşker li başûrê Lubnanê birîndar bûne, di nava wan de 2 leşker bi mûşekeke li dijî tankan bi giranî birîndar bûn, yek di qezayeke operasyonê de birîndar bû û 3 leşker jî dema ku dronek ket, birîndar bûn.

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Gideon Saar diyar kir ku ji 2`yê Adarê ve nêzîkî 5 hezar roket, hewan û dron li Îsraîlê ketine.

(k)