Di êrişa Rûsyayê de 2 kes hatin kuştin

Di êrişa Rûsyayê ya li ser bajarê Dniproy ê li rojhilatê Ukraynayê de 2 kes hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.

Di êrişa Rûsyayê de 2 kes hatin kuştin
23 nîsan, 2026   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Ukraynayê got di êrişa Rûsyayê ya li ser bajarê Dniproy ê li rojhilatê welat de 2 kes hatine kuştin û 8 kes birîndar bûne.

Serokê rêveberiya herêmî ya Dnipropetrovskê Oleksandr Ganja der barê mijarê de agahî li ser Telegramê parve kirin û destnîşan kir ku ji ber êrişê zirar li avahiyên şêniyan û binesaziya sivîl, firoşgehekê û wesayîtan bûye.

(bb)