Berpirsên NY'yê ji bo veguhastina siyasî li Sûriyeyê bang kir

Berpirsên NY'yê diyar kir ku ji bo aramî li Sûriyeyê pêk were hewcedarî bi xurtkirina saziyan, ji nû ve entegrekirina Sûriyeyê di asta navneteweyî de û lezandina hewldanên vegera koçberan heye.

Berpirsên NY'yê ji bo veguhastina siyasî li Sûriyeyê bang kir
23 nîsan, 2026   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku malpera Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dane, cîgirê nûnerê taybet ê Sûriyeyê Claudio Cordone di civîna konseyê de got li Sûriyeyê pirsgirêkên aborî, sazî û ewlehiyê hîn jî li pêşiya aramiyê astengî ne.

Her wiha anî ziman ku pêdiviya çareserkirina van pirsgirêkan bi xurtkirina saziyan, xurtkirina aştiya civakî û entegrekirina tevahî ya Sûriyeyê di pergala aborî û dîplomatîk a navneteweyî de heye.

Cîgirê nûnerê taybet ê Sûriyeyê Claudio Cordone bal kişand ser binpêkirinên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê û banga rawestandina binpêkirinan û rêzdariya li hember serdestiya Sûriyeyê kir.

Cîgirê sekreterê giştî yê kar û barên mirovî Tom Fletcher got nîşaneyên başbûnê yên gav bi gav hene û ev nîşane wiha rêz kir: "Vegera bi milyonan koçberan û vejandina bazarê tevî rewşa mirovî ya nazik."

Tom Fletcher anî ziman ku di çaryeka yekem a îsal de 84 milyon dolar hatine veqetandin, ji bilî vê 146 milyon dolar ji bo piştgiriya projeyên mirovî yên nû jî hene.

Nûnera taybet a sekreterê giştî Vanessa Fraser jî destnîşan kir ku divê derfet ji bo pêkanîna guhertineke erênî ji bo zarokan, berdana kesên girtî û çareserkirina rewşa kesên bênasname, bi taybet li kampên Hol û Roj werin peydakirin.

(bb)