Îranê 9 girtiyên siyasî tecrîd kirine

HRANA'yê ragihand ku 9 girtiyên siyasî yên ji Girtîgeha Qizilhesarê re hatine veguhastin, li hucreyên yekkesî têne ragirtin û ji mafên xwe yên bingehîn bê par hatine hiştin.

Îranê 9 girtiyên siyasî tecrîd kirine
23 nîsan, 2026   12:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) bi raporekê ragihand ku 9 girtiyên siyasî yên ji Girtîgeha Evînê sirgûnî girtîgeha mezin a li Tehranê ya Qizilhesarê hatine kirin, di hucreyên yekkesî de têne girtin.

Hate diyarkirin ku girtî ji mafên xwe yên sereke û bingehîn yên wekî pêwendiya telefonê û derfetên tenduristiyê bê par têne hiştin. Beşek ji wan girtiyan beriya niha ji aliyê dadgehên Îranê ve bi cezayê girtîgehê yê demdirêj hatibûn mehkûmkirin.

HRANA di dewama rapora xwe de li ser zêdebûna zextên rejîma Îranê yên li ser xwepêşandêran, destgîrkirî û girtiyên siyasî, hişyarî da.