Di êrişa Rûsyaya ya li Ukraynayê de 18 kes hatin kuştin

Rayedarên Ukraynayê got Rûsyayê duh bi şev gelek herêm li Ukraynayê topbaran kir. Wezareta Destwerdana Lezgîn a Rûsyayê aşkera kir ku di êrişa li ser Belgorod ê Rûsyayê de 18 kes hatin kuştin.

Di êrişa Rûsyaya ya li Ukraynayê de 18 kes hatin kuştin
31 kanûn, 2023   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Ukraynayî gotin duh êvarê Rûsyayê êriş Kievê kir û zirarên mezin li avahiyên Xarkiv ê bakur rojhilatê welêt hatine.

Rêveberiya leşkerî ya herêma derdora Kievê li ser ’Telegram’ ragihand ku "pergalên parastinê yên hewayî tev li şikandina êrişa baiafirên bêmirov ên Rûsyayê bûne."

Lê belê agahiyên der barê encamên êrişê de nehatin zanîn.

Ji aliyê xwe ve, serokê şaredariya Kharkiv, Igor Terekhov li ser Telegram got "Bi balafirên bê mirov êrişên nû hatin kirin. Di encamê de avahiyên niştecihbûnê li navenda bajêr bi zerar bûn û şewat derket."

Kharkiv ku duyemîn mezintirîn bajarên Ukranyayê roja şemiyê du carî bi moşekan hat bombebarankirin. Di encamê de bi kêmanî 21 kes birîndar bûn.

Li gor Werzareta Destwerdana Lezgîn a Rûsyayê di encama êrişa li ser Belgordê 18 kes hatin kuştin û 111 din jî birîndar bûn.

Li gor tora El Erebiye Moskovê duh gef xwar ku wê êrişa li ser Belgorodê "bê bersiv nemîne".

Di civîneke awarte de ya Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê li New Yorkê Moskovê Ukraynayê tawanbar kir ku "bi zanabûn kiryarekî terorîst li dijî Belgorodê kiriye".

(şx)