Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaleke din bê pîrozbahî derbas dibe

Ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê daniye, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê îsal jî atmosfêra pîrozbahiyên sala nû tune ye.

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaleke din bê pîrozbahî derbas dibe
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaleke din bê pîrozbahî derbas dibe
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaleke din bê pîrozbahî derbas dibe
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaleke din bê pîrozbahî derbas dibe
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaleke din bê pîrozbahî derbas dibe
31 kanûn, 2023   12:22
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve hatine dorpêçkirin, nîşaneyên Sersalê tune ne.

Li gel dorpêçê, bihabûn, qutbûna kehrebeyê û kêmbûna sotemeniyê nîşaneyên pîrozkirina sersalê tune ne.

Ji 2018`an ve ji dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrîn dagir kirine, hikumeta Şamê her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye dorpêç kirine. Di encama dorpêçê de, şênî ne tenê Sersalê lê belê nikarî bi kêfşxweî tevahî cejnan pîroz bikin.

(şx)

ANHA