Şehîd Ciwan Elî hat oxirkirin

Welatiyê bi navê Ciwan Elî yê di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker a li ser Çapxaneya Sîmav de birîndarbibû û di 29`ê Kanûnê de şehîd bûbû, hat oxirkirin.

Şehîd Ciwan Elî hat oxirkirin
Şehîd Ciwan Elî hat oxirkirin
Şehîd Ciwan Elî hat oxirkirin
Şehîd Ciwan Elî hat oxirkirin
Şehîd Ciwan Elî hat oxirkirin
Şehîd Ciwan Elî hat oxirkirin
Şehîd Ciwan Elî hat oxirkirin
Şehîd Ciwan Elî hat oxirkirin
Şehîd Ciwan Elî hat oxirkirin
Şehîd Ciwan Elî hat oxirkirin
Şehîd Ciwan Elî hat oxirkirin
Şehîd Ciwan Elî hat oxirkirin
Şehîd Ciwan Elî hat oxirkirin
Şehîd Ciwan Elî hat oxirkirin
Şehîd Ciwan Elî hat oxirkirin
Şehîd Ciwan Elî hat oxirkirin
Şehîd Ciwan Elî hat oxirkirin
Şehîd Ciwan Elî hat oxirkirin
31 kanûn, 2023   13:17
QAMIŞLO

Şêniyên Qamişlo bi merasîmeke girseyî welatiyê bi navê Ciwan Elî yê 25`ê Kanûnê di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Çapxaneya Sîmav a li Qamişloyê de birîndar bibû û 29`ê Kanûnê şehîd bû, oxir kir. 

Karwanê şehîd Ciwan Elî ji taxa Enteriyê hetanî ber bi pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan li taxa Meyselûn li ser piyan meşiya.

`DEWLETA TIRK BI BÊ EXLAQÎ NÊZÎ GELAN DIBE`

Li pakrawangehê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Ibêd Etê axivî, kiryar û nêzîkatiyên dewleta Tirk a dagirker bi gelên li herêmê re bi `bê exlaqî` pênase kir. Etê diyar kir ku li cîhanê xelk bi pîrozbahiyan pêşwaziya sala nû dik, lê dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe berdewam dike û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk niha di hemû qadan de rastî têkoşîna gelan tê, lewma bi qasî wê têkoşînê li dijî wan tevdigere. Êrişî bingeha welatê me dike, wê ti carî gelê me serî netewîne.”

Endamê Kongra Islama Demokratîk Casir El Salih jî axivî û got: "Bi çûyîna şehîdan re, em hêsir û tilîliyan bi hev re dibînin. Bi saya şehîdan em di nava ewlehî û istiqrarê de ne."

Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd radestî malbata wî hat kirin. Li ser navê malbata şehîd Ciwan Elî Daliya Henan axivî û bal kişand ser ku şehîd ji Efrînê ye. Daliya Henan da zanîn ku şêniyên Efrîn li ku deverê bin ew ê bi heman îradeya xwe tevbigerin û wiha dom kir: "Bila dewleta Tirk bi buhaneyan kesekî ne xapîne. Rastî li vir e û ji vir destan derdikevin"

Kurapê şehîd Aya Mihemed Îyad Mihemed jî axivî û banga girtina qada hewayî li ber balafirên dewleta Tirk a dagirker kir.

Jina bi navê Aya Mihemed 25`ê Kanûnê de di êrişa dewleta Tirk a li ser aşê gundê Um El Firsan ê Qamişloyê de şehîd bûbû. Aya Mihemed jî di hema roja şehadeta xwe de li gundê xwe yê bi navê Haciye Sexîra ya girêdayî navçeya Til Hemîsê hat veşartin.

Dayika şehîd Ciwan Elî Şêrîn Memo axivî û got: "Hûn hemû ji bo min Ciwan in, Ciwan namire." Di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya kurê xwe da.

Şehîd Ciwan Elî li ser milê hevalê xwe û bi destê wan li pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan hat veşartin.

Merasîm bi slogana `Şehîd Namirin` bi dawî bû.

(sb)

ANHA