Li Humsê di şikeftekê de teqîn çêbû

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li Çiyayê Dahik ê gundewarên Humsê teqînek di hundirê şikeftekê de çêbû.

Li Humsê di şikeftekê de teqîn çêbû
11 tîrmeh, 2026   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR‘ê diyar kir ku ki çiyayê Dahik ê nêzî bajarê Suxne yê li rojhilatê Humsê teqînek di hundirê şikeftekê de çêbû.

Li gorî SOHR‘ê, jêdera teqînê, kesên li pey wê û encamên wê nehatin naskirin.

Hate gotin, piştî teqînê balafir li ser herêmê geriyan.

SOHR‘ê destnîşan kir ku di demên dawîn de tevgerên leşkerî yên zêde li vê herêmê hebûn.

(bb)