Di êrişa DAIŞˊê li Moskovê de 133 kes hatin kuştin

Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê bîlançoya nû ya qurbaniyên êrişa çeteyên DAIŞˊê aşkera kir.

Di êrişa DAIŞˊê li Moskovê de 133 kes hatin kuştin
23 adar, 2024   18:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Rûsyayê daxuyand ku di êrişa li Crocus de 133 kes hatine kuştin. 

Wezareta Destwerdana Lezgîn a Rûsyayê saet 4ˊan berbanga îro de lîsteya navên 99 birîndarên êrişa terorîst de belav kir.

Wezîrê Tenduristiyê yê Rûsyayê Mikhail Murashko anî ziman ku rewşa 60 birîndarî di nav de zarok, giran e.

Desteya Ewlehiya Federaliya Rûsyayê got gerînendeya wê Alexander Bortnikov agahî da serokê Vladimîr Pûtîn ku 11 kes di nav de 4 terorîstên yekser beşdarî êrişa li dijî navenda bazirganî ya Crocus bûne, girtine.

(fr)