Di çapemeniya erebî de veguherînên li herêmê û navneteweyî

Çapemeniya erebî bal kişand ser veguhertinên bi lez ên herêmî û navneteweyî û hat diyarkirin ku wê ev yek astengiyên siyasî û aborî zêdetir bike.

Di çapemeniya erebî de veguherînên li herêmê û navneteweyî
1 tebax, 2026   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî bal kişand ser şerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê, şerê li Xezayê, koçkirina ber bi Ewropayê, bandorên aborî û pevçûnên herêmî. 

Rojnameyên El Şerq El Ewset, El Erebî El Cedîd û Independented Erebî bal kişand ser pêşketinên di şerê DYA-Îsraîl û Îranê de. Hat destnîşankirin ku Washington bi awayekî stratêjîk zextên leşkerî û siyasî zêde dike, di heman demê de derfeta vegera li rêyeke dîplomasî jî hiştiye.

Hat diyarkirin ku daxuyaniyên DYA`yê yên dawîn veguhastina aloziyê ji bo qonaxeke hesastir nîşan dide. Di gotaran de jî hat diyarkirin ku tevgera DYA`yê tenê dosyaya nukleerî ya Îranê hedef nagire, ew tevger girêdayî sazkirina hevsengiya hêzan û hevpeymanên li Rojhilata Navîn e, li kêleka vê yekê hişyariya têkildarî domandina şer bandorê li ewlehiya herêmê dike.

Di heman mijarê de rojnameya Ûkaz û El Riyad ên Erebistana Siûdî bal kişand ser veguhertinên li herêmê çêdibin, di gotaran de behsa bandorên pêşketinên navneteweyî yên li ser pêşeroja Rojhilata Navîn hat kirin û hat destnîşankirin ku divê çareseriyên siyasî û pêşxistina ewlehiya giştî bê esasgirtin.

XEZA Û SIBEROJA WÊ

Di weşanên El Quds El Erebî, El Quds El Filestîniya, El Cezîre Net û El Televîzyon El Erebî de behsa siberoja Xezayê, xebatên siyasî yên ji bo gihîştina qonaxa piştî şer hat kirin.

Di analîz û gotaran de hat diyarkirin ku heke ji bo bingeha şer û misogeriya mafê Filistînê çareserî neyê danîn, wê çareserkirina siyasî nedome. Domandina operasyonên leşkerî dê derfetên gihîştina peymaneke domdar asteng bike.

Di heman çarçoveyê de rojnameya El Reiî ya Urdinî bal kişand ser pêşeroja xebatên dîplomatîk ji bo agirbestê li Xezayê, girîngiya pêkanîna çareseriyeke siyasî ya giştî û rola Urdinê ya di piştgiriya îstiqrara herêmê de.

ALOZIYA KOÇBERIYÊ

El Quds El Erebî û El Erebî El Cedîd û hejmareke platformên din ên çapemeniya erebî jî girîngiyeke berfirehtir da koçberiya ber bi bajarê Ceuta (Sebta) yê Spanyayê ve û diyar kir ku ev pêla koçberiyê ya dawîn, domandina aloziyên siyasî û aborî yên li herêmê nîşan dide.

Di analîzan de hat destnîşankirin ku hikumetên li Ewropayê dûrî mirovahiyê, van dosyayan bi dozên ewlehî û siyasî wesif dike, daxwazên zêdekirina çavdêriyê ji bo sînor dike.

BANDORÊN GEŞEDANAN LI SER SÛKAN

Di milê aborî de, rojnameyên El Ereb, El Şerq El Ewset û Independent Erebî û hejmarek malperên behsa bandorên geşedanên siyasî yên li herêmê li ser tevgera bazirganiyê û sûka enerjiyê kir.

Di raporan de hat diyarkirin ku di demekê de ku rewşa dabînkirinê di navbera dewletan de ne baş e, lêçûnên veguhastinê bilind in, buhayê enerjiyê kêm û zêde dibe, domandina rewşa bêîstiqrar dihêle ku bandorên din li ser aboriya herêmê çêbin. Hinek analîzan daxwaza danîna çareseriyeke aborî, pêşxistina rewşa îstismarê û derketina li hemberî guhertinên herêmî û navneteweyî kir.

VEGUHERTINÊN NAVNETEWEYÎ; DAXWAZÊN DIYALOGÊ Û PÊŞXISTINA HEVKARIYÊ

Rojnameya El Xed a Urdinê pêşbaziya DYA û Çînê ya li ser Rojhilata Navîn, bandorên veguhertinên hevsengiya hêzên navneteweyî li ser dozên li herêmê û siberoja têkiliyên DYA’yê bi hevalbendên wê re anîn warê nîqaşê.

Rojnameya El Weten ya Umanê jî bangên ji bo pêşxistina parastina sivîlan û rêzdariya li hemberî qanûnên navneteweyî kir û destnîşan kir ku aloziyên herêmî bi hacetî çareseriyên siyasî yên li ser diyalogê ne, di vê mijarê de behsa rola Umanê di navbeynkariya herêmî de û pêşxistina hevkariya navneteweyî kir.

Rojnameyên El Xelîc û El Itîhad ên Îmaratê jî bal kişand ser guhertinên pergala navneteweyî û diyar kir ku daxwaza herêma erebî ji pêşxistina hevkariyê û temamkirina derketina li hemberî astengiyên jeopolîtîk heye, her wiha girîngiya dîplomasiyê û pêşxistinê wekî du lingên esasî ji bo îstiqrarê dîtin.

Rojnameya El Beyan a Îmaratê di weşana xwe de girîngî da şopandina veguhertinên siyasî yên navneteweyî û bandorên wê li ser herêmê, rola hevkariya herêmî di rêgirtina li ber pevçûnan de. Rojnameya El Raya ya Qeterê jî xebatên navbeynkariya erebî û navneteweyî nîqaş kirin û destnîşan kir ku diyalog ji bo çareserkirina aloziyên li herêmê vebijêrka herî rasteqîn e.

(sb)