Di Tîrmehê de li Sûriyeyê 231 kes hatine kuştin

Li gorî bîlonçoya ku SOHR’ê weşandiye, di meha Tîrmehê de li Sûriyeyê 231 kes hatine kuştin ku ji wan 202 sivîl in.

Di Tîrmehê de li Sûriyeyê 231 kes hatine kuştin
1 tebax, 2026   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) bîlançoya kiryarên tundiyê yên li Sûriyeyê ya meha Tîrmehê weşand û hat diyarkirin ku di encama tundî û kiryarên li herêmên cuda yên Sûriyeyê de, 231 kes hatine kuştin.

Ev kes di bûyerên sûcên şer, gulebarana ketober, teqîna bermahiyên şer, operasyonên tesfiyekirinê û îşkenceyê de hatine kuştin.

Ji kuştiyan 202 sivîl in ku 166 mêr û ciwan, 16 jin û 20 jî zarok in.

Navendê da zanîn ku bilindbûna asta kuştinê li herêmê rewşa ewlehiyê ya nebaş nîşan dide.

(sb)