Di çapemeniya erebî de biryara qedexekirina alkolê li Şamê û şerê Îran û DYA-Îsraîlê

Çavdêran got biryara hikumeta demkî ya qedexekirina alkolê li Şamê ji tedbîreke rêxistinkirî wêdetir, sînordarkirina azadiyên giştî û tundkirina polîtîkayên civakî nîşan dide. Tê çavêrekirin ku şerê li Îran û Lubnanê bi hefteyan û belkî bi mehan berdewam bike.

Di çapemeniya erebî de biryara qedexekirina alkolê li Şamê û şerê Îran û DYA-Îsraîlê
21 adar, 2026   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyan di hejmarên xwe yên îro de bal kişand ser biryara hikumeta demkî ya Sûriyeyê ya qedexekirina alkolê li Şamê û bandorên wê yên li ser azadiya giştî, her wiha şerê li Îranê û bandorên wê yên li ser Lubnanê.

‘QEDEXEYA ALKOLÊ LI ŞAMÊ: DESTPÊKA RÊYEKÊ BER BI SÎNORDARKIRINA AZADIYAN VE YE?'

Rojnameya El Ereb biryara Parêzgariya Şamê ya 18'ê Adara 2026'an a şilemeniyên bialkol li xwaringeh û klûbên şevê qedexe dike, nirxand. Rojnameyê diyar kir ku biryar ji tedbîreke îdarî wêdetir, nîşaneyên kûrtir dihewîne.

Rojnameyê destnîşan kir ku biryarê pirsên li ser rêgeha qonaxa pêş û ew gava yekem di pêvajoyeke berfirehtir a ji nû ve şekildana jiyana giştî li gorî pîvanên hişktir temsîl dike, derxistiye holê. Hate gotin,  otêlên mezin ên wekî Four Seasons, Sheraton û Dama Rose heta niha di biryarê de cih negirtine, lê dê di bin çavdêriyê de ne. Hate destnîşankirin ku ev jî fikarên li ser bandora her qedexeyek berfireh li ser geştiyariyê û aboriyê de çêdike.

Li gorî rojnameyê, biryarê her wiha fikarên li ser îhtîmala tedbîrên din ên ku bandorê li azadiyên takekesî dikin, wekî sînordarkirina têkiliya civakî an jî ferzkirina qedexeyên civakî yên zêde.

‘DIBE KU ŞERÊ LI ÎRANÊ BIDOME’

Rojnameya Independent Arabia li ser pêşketinên şerê li Îranê rawestiya û destnîşan kir ku rageşiya di navbera Tehran û Îsraîlê de ber bi qonaxek dirêjtir û aloztir ve diçe.

Rojnameyê destnîşan kir ku êrişên mûşekî yên Îranê yên li ser deverên Îsraîlê, di nav de herêma Hayfa jî, fikarên mezin derxistine holê, nemaze ji ber hedefgirtina deverên hesas ên wekî tesîsên enerjiyê. Hate gotin, li gorî texmînan, Îsraîl ji bo îhtîmala ku şer bi hefteyan berdewam bike amadekariyan dike, di heman demê de pevçûna li Lubnanê dibe ku heya dawiya Gulana bê jî dewam bike.

‘HEWLDANÊN FRANSAYÊ YÊN JI BO LUBNANÊ TÊN ASTENGKIRIN’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî cih da hewldanên Fransayê yên agirbestê li Lubnanê û diyar kur li tevî hewldanên wê yên diplomatîk ên berfireh, hewldanên agirbestê bi xetimînên siyasî re rû bi rû ye.

Rojnameyê da zanîn ku di hevdîtinên wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot ên li Beyrûtê de pêşketineke berbiçav bi dest neket. Hate diyarkirin ku Lubnanî di wê baweriyê de ne ku agirbest bi pêşketinên di nakokiya herêmî ya di navbera DYA û Îsraîlê de ji aliyekî ve û Îranê ji aliyê din ve girêdayî ye.

Rojnameyê da zanîn ku dan û standinên li ser dabînkirina alîkariya mirovî ji bo Lubnanê sekinîne, di heman demê de pirsgirêka agirbestê hîn jî çareser nebûye û li benda pêşketinên herêmî yên berfirehtir e.

(bb)