Di êrişên DAIŞ`ê de 5 leşker hatin kuştin
Çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Humsê êrişî noqteyên hêzên hikumeta Şamê kir, di encamê de 5 leşker hatin kuştin.
![Di êrişên DAIŞ`ê de 5 leşker hatin kuştin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202311/image_870x_6553486f8d2cc.jpg)
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku şevê din çeteyên DAIŞ`ê êrişî bendeke kontrolê ya hêzên Şamê ya li çolistana rojhilatê Humsê kir û di navbera her du aliyan de şer derket. Şer heta berbangê dewam kir.
Hat ragihandin ku şer li derdora gundên Teyba û Kom ên li bakurê bajarê Sexne yê li rojhilatê Humsê rû daye û di encamê de 5 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin.
Li gorî SOHR`ê, li herêmên ku şer derketiye bendên kontrolê yên hêzên Şamê hene û ji bo rakirina kuştî û birîndaran bo Nexweşxaneya Nîştimanî ya Tedmurê 4 erebeyên leşkerî berê xwe daye herêmê.
Çeteyên DAIŞ`ê hefteya borî jî êrişî hêzên hikumeta Şamê kiribû. Di encamê de 34 leşkerên hikumeta Şamê hatibûn kuştin.
Ji serê salê ve ev bîlançoya herî giran a kuştiyên hêzên hikumeta Şamê ye.
(c)