Dewletên NATO’yê plana dorpêçkirina Hurmuzê red kir

Dewletên endamên NATO’yê ragihand ku ew ê beşdarî dorpêçkirina Tengava Hurmuzê ya ji aliyê Donald Trump ve hatiye ragihandin, nebin.

Dewletên NATO’yê plana dorpêçkirina Hurmuzê red kir
13 nîsan, 2026   19:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewletên endamên NATO’yê ragihand ku ew ê piştgiriya plana DYA’yê ya dorpêçkirina Tengava Hurmuzê nekin.

Piştî têkçûna hevdîtinên bi Îranê re, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ji bo trafîka deryayî ya li tengavê were astengkirin daxwaza piştgiriya navneteweyî kiribû. Lê welatên NATO’yê li hember vê bangê derketin.

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer diyar kir ku ew piştgiriya plana dorpêçkirinê nakin û got, "Çiqas zext hebe jî, em ê nekevin şer."

Almanya, Spanya, Îtalya, Polonya û Yewnanistanê jî şandina hêzên deryayî ji bo dorpêçkirinê red kir.

Li aliyekî din jî Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku Fransa bi Brîtanya û welatên din re, ji bo piştî pevçûnan ewlehiya çûn û hatina Tengava Hurmuzê mîsoger bikin wê bikevin nava hewldana avakirina mîsyoneke navneteweyî.

Macron anî ziman ku mîsyona plankirî wê "bi tevahî bi armanca parastinê be” û dema ku şert û mercên guncaw derkevin holê wê têkeve dewrê.

Li gorî Wall Street Journal ku xwe dispêre rayedarekî payebilind ê DYA’yê ku nexwest navê xwe bide, di dorpêça ku ji hêla Donald Trump ve li gorî saeta Ewropayê 16.00’an hate ragihandin de nêzîkî 15 keştiyên şer hatin bicihkirin.