Trump li ser şikandina dorpêça Hurmuzê hişyarî da Îranê

Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da ku hêzên wî dê her "keştiyên êrişa bilez" ên Îranî ku hewl bidin dorpêça Washingtonê li ser Tengava Hurmuzê bişikînin, têk bibin.

Trump li ser şikandina dorpêça Hurmuzê hişyarî da Îranê
13 nîsan, 2026   20:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump di posteke li ser platforma Truth Social de nivîsand ku "Hişyarî: Ger yek ji van keştiyan nêzîkî dorpêça me bibe, ew ê yekser werin hilweşînin." Bi vê yekê Trump îşaret bi keştiyên êrişa bilez ên li gel Îranê kir.

Serokê Amerîkayê bi bîr xist ku keştiyên herî mezin ên hêzên deryayî yên Îranê "hatine tunekirin." Trump anî ziman ku hêzên wî "dê heman sîstema êrişê ya ku me li dijî qeyikên bazirganên madeyên hişberê li deryayê bi kar anî bi kar bînin", bi vê yekê behsa êrişên ku Washingtonê li dijî qeyikên li peravên Venezuelayê di dema dorpêça xwe de pêk anîn kir.

Trump di berdewama posta xwe de daxuyand ku "Hêzên Deryayî yên Îranê li binê deryayê ne, 158 keştî bi tevahî hatin rûxandin. Me keştiyên hindike hedef negirtin, ew jî bi ˋkeştiyên êrişa bilezˊ bi nav dikin. Ji ber ku me ew wekî gefek mezin nedîtin. Hişyarî: Ger yek ji van keştiyan nêzîkî dorpêça me bibe, ew ê tavilê werin hilweşandin."

(ac/fr)

ANHA