Cenazeyê Zeyneb Cansiz ber bi Dersimê ve hat şandin

Ji bo dayika Zeynep Cansiz a dayîka yek ji pêşengên PKK’ê Sakîne Cansiz li Cemê ya Evka 2 a Îzmîrê merasîma cenazeyê hat lidarxistin. Cenaze piştî merasîmê, ji bo li Dêrsimê were veşartin, şandin Belefirgeha Adnan Menderesê

Cenazeyê Zeyneb Cansiz ber bi Dersimê ve hat şandin
13 nîsan, 2026   19:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Dayîka yek ji pêşengên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Sakîne Cansiz, Zeynep Cansiz îro serê sibê li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Dayîkên Aştiyê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Parlamentera Îzmîrê ya DEM Partiyê Burcugul Çubuk, rêveberên partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên civakî û gelek welatî tev li merasîmê cenazeyê bûn.

Di merasîma cenazeyê de Dayîka Aştiyê Peyrûze Kurt axivî û got ku “Em çi bejin jî ev êşa ku em dijîn em nikarin bînin ziman. Dayîka Zeynep dayîka pêşenga me Sakîne Cansiz bû. Di saya ked û îradeya Sakîneyê de ku di girtîgehên Amedê de nîşan da, îro pêşiya jinên Kurd vebû. Dayîka Sakîneyê heya nefesa xwe ya dawî jî aştî xwest. Lê bêyî ku aştiyê bibîne çavê xwe girtin. Em dixwazin vê bibêjin ji bo dayîka Zeynep. Silavê me li dayîk û şehîdên me yên ku di oxira vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane bike. Em soz didin te, aştiya ku te nedît em ê bînin. Heya aştî were li vî welatê em ê têbikoşin.”

Merasîma cenazeyê bi lorîn û gotina beytan bi dawî bû.

Jinan cenazeyê Zeynep Cansiz li ser milên xwe hilgirtin û ji bo li Dêrsimê were veşartin birin Balefirgeha Adnan Menderes.