Dewleta Tirk çiyayê Xêrê yê Dihokê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker 4 caran çiyayê Xêrê yê Dihokê bombebaran kir.

Dewleta Tirk çiyayê Xêrê yê Dihokê bombebaran kir
1 kanûn, 2024   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker çiyayê Xêrê yê li sînorê gundê Basifra yê ser bi bajarokê Şêxan a parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê ve  bombebaran kir.

Li gorî çavkaniyên herêmî, balafirên şer ên artêşa dagirker vê sibehê saet 07.00-07.30’an li herêmê digeriyan û 4 caran çiya bombebaran kir.

Der barê zererên bombebaranê de nehatine parvkirin.