Li Şerayê şerekî giran rû dide

Li gundên Şewarxe û Malikiyê yên bajarê Şerayê şerekî giran di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û  Hêzên Rizgariya Efrînê de rû dide.

Li Şerayê şerekî giran rû dide
1 kanûn, 2024   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker dagirker gundên Kiştear, Malikiyê, Merenaz, Tat Meraş, Tinib û Şewarxe yên li ser bi bajarê Şerayê yê kantona Efrîn-Şehbayê ve topbaran dikin.

Şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bersiva êrişan didin.

Li gundên Şewarxe û Malikiyê şerekî giran di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û  şervanên HREˈyê de rû dide.

(bb)