Desthilata Îranê 10 jin darve kiriye

Desthilata Îranê di 6 mehên pêşîn a sala 2024`yan de 10 jin darve kiriye.

Desthilata Îranê 10 jin darve kiriye
14 tîrmeh, 2024   15:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor amarên nefermî yên ajansên navxweyî yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, di 6 mehên borî de di girtîgehên cûda yên Îranê de cezayê darvekirinê li 10 jinan hatiye bicihanîn.

Li gor heman çavkaniyan, 4 ji wan jinan bi tometa kuştina bi zanebûn, 6 jin jî bi tometa bikaranîn û bazirganiya madeyên hişbirê cezayê darvekirinê bi ser wan de hatine bicihanîn.