Li Babê teqîn: Welatiyek hat kuştin û 5 welatî jî birîndar bûn
Di teqîna li sûka sebzeyan a li gundewarê Helebê yê ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin de welatiyek hat kuştin û 5 din jî di nav de zarokek birîndar bûn.
![Li Babê teqîn: Welatiyek hat kuştin û 5 welatî jî birîndar bûn](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_6693d1868c889.jpg)
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li sûka sebzeyan a di navbera bajarên Babê û Tedif ên ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin de teqînek çêbû.
Di encama teqînê de welatiyek hat kuştin û 5 welatiyên din jî di nav de zarokekî koçber ê ji bajarê Dêrazorê birîndar bûn.