Dermansazên Qamişlo rêveberiya xwe ya nû hilbijart

Yekîtiya Dermanfiroşên Qamişlo endamên nû yên meclisa xwe hilbijartin.

16 sibat, 2024   15:38
QAMIŞLO

Yekîtiya Dermanfiroşên Qamişlo li Navenda Çand û Hûnerê ya Mihemed Şêxo kanferansa xwe ya çaremîn li darxistin. 

Di konferansa ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de Hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso axivî. Xerîb Hiso derbarê rewşên giştî yên li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê de agahî dan û bal kişand ser erk û rola dermansazan.

Piştre Hevserokê Yekîtiya Dermanfiroşên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê Evdilselam Mehmud axivî û bal kişand ser erkên dermanfiroşan ên exlaqî û xizmeta gel. Evdilselam da zanîn ku eger ew bi yekrêrêzî kar bikin, ew ê karibin hedefên xwe pêk bînin û xizmeteke baş ji bo civakê bikin. 

Hevserokê Yekîtiya Dermanfiroşan a Qamişlo Kamîran Mecdel jî derbarê xebatên yekîtiyê yên salekê de agahî dan.

Beşdarên konferansê jî li ser pirsgirêkên tenduristiyê û dermanfiroşan sekinîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.

Di dawiya konferansê de ji bo meclisa nû ya yekîtiyê hat hilbijartin. Di encama hilbijartinê de 11 kes ji bo endamtiya meclisê û 2 kes jî, wekî yedek hatin diyarkirin.

Meclîsa nû wê di civîna xwe ya yekemîn de hevserokan diyar bike.

(eg/a) 

ANHA