‘Demokrasî û jiyana hevbeş daxwazên gel ên ji bo siberoja Sûriyeya nû ne’

Siyasetmedar û çalakvanên sûriyeyî got demokrasî daxwazeke gel e, her wiha tekez kir ku pêkanîna prensîbên demokrasiyê astengên li pêşiya jiyana hevbeş û aştiyane kêm dike û rê li ber avakirina peymaneke civakî vedike.

‘Demokrasî û jiyana hevbeş daxwazên gel ên ji bo siberoja Sûriyeya nû ne’
12 sibat, 2025   06:17
HELEB
MIHEMED EBDO

Siyasetmedarên sûriyeyî der barê siberoja welat de û pêkanîna pêvajoyeke derbasbûnê ya dadmend de hemfikir in. Têkildarî awayê birêvebirina rewşa Sûriyeyê, ajansa me li gel çend siyasetmedar û çalakvanên ji bajarê Helebê hevpeyvîn kir.

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Sûriyeya Demokratîk Riyad Qermo, bal kişand ser girîngiya xebatê ji bo pêkvejiyana aştiyane û sivîl a di navbera welatiyên Sûriyeyê de. Her wiha bal kişand ser girîngiya piştgiriya jinên Sûriyeyê û got: “Jin ew in ku ava dikin û barê avakirina malbat û neteweyê hildigirin.”

Têkildarî rola ciwanan a di qonaxa bê ya Sûriyeyê de, Qermo got: "Divê em hemû ji bo perwerdekirina ciwanan di warê raman û bîrdozî de ji bo hezkirina Sûriyeyê, parastina wê û avakirina siberoja Sûriyeyê, kar bikin. "

Riyad Qermo di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku rêzgirtina ji hev re erkeke bingehîn a sûriyeyiyan e, bi rêya wê rêzgirtinê dê peymaneke civakî ya rast were avakirin ku xizmeta gelê Sûriyeyê bike û maf û erkên hemû sûriyeyiyan diyar bike.

MAFÊ PÊKANÎNA DEMOKRASIYÊ LI SÛRIYEYÊ

Çalakvanê sivîl Dr. Mihemed Qesab got sûriyeyî pirsa siberoja xwe dikin, ji ber ku ew bi hêvî ne piştî hilweşîna rejîmê, welatekî dadmend were avakirin.

Qesab tekez kir ku ew niha ji her demê bêhtir li ser siberoja Sûriyeyê di warê piralîbûn û demokrasiyê de difikirin û got: "Di salên borî de em ji demokrasiyê bê par bûn, niha jî divê em vê prensîbê bi dest bixin û lê bigerin, demokrasî mafekî wiha ye ku nayê dayin lê tê standin. "

‘JI BO AVAKIRINA SÛRIYEYEKE HEVBEŞ DIVÊ ASTENGIYÊN DERVE BÊNE RAKIRIN’

Ji rêveberên Tevgera Riya Aştiyane Mihemed Şaban got hêviyên gelên Sûriyeyê bi giştî di çarçoveya Sûriyeya demokratîk de ne. Ji ber ku demokrasî gelan ji gelek tiştên ku di dîrokê de bûne sedema perçebûna civaka Sûriyeyê, rizgar dike.

Şaban her wiha got: "Sûriye welatekî hemwelatîbûna rast e ku tê de her kes wekhev e û tu kes ji yê din nayê cudakirin, ne ji aliyê olî, ne ji aliyê zayendî û ne jî ji bo rengê xwe. Ev e Sûriyeya ku em dixwazin."

Şaban bal kişand ser wê yekê ku divê sûriyeyî haj hin astengiyan hebin, bi taybetî destwerdanên derve û got: "Aliyên derve Sûriyeyeke lawaz û parçebûyî dixwazin ku tê de nakokiyên navxweyî hebin ku rê li ber yekrêziya welat digire. Lewma divê em sedemên van astengiyan ji holê rakin.”

(k)

ANHA