DEM Partî wê li Mêrdînê Ahmed Turk û Devrîm Demîr weke namzet nîşan bidin

DEM Partiyê ragihand ku dê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr weke namzet nîşan bidin.

DEM Partî wê li Mêrdînê Ahmed Turk û Devrîm Demîr weke namzet nîşan bidin
21 ÇILE, 2024   15:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ragihand ku wê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr weke namzet nîşan bidin. 

Têkildarî mijarê li eywaneke dawetan a li bajar daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji hêla Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir xwend. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

Keskîn Bayindir diyar kir ku li nêzî 90 navenda bi tevlibûna dehhezaran kesan pêşhilbijartin li dar xistine û ev yek weke şahiya demokrasiyê nirxand. Bayindir wiha domand: “Di pêşhilbijartina 13’ê çileyê ya li Mêrdînê tevlibûneke xurt çêbû. Di tura ewil a hilbijartinê de Ahmet Turk û Devrîm Demîr bi piraniya dengan weke namzet hatin hilbijartin.”

Di berdewamê de Bayindir ev tişt anî ziman: “Her wiha hevalê me birêz Azad Yildirim ku di hilbijartinê de bûbû duyemîn, li ser banga delege û gel, bi berpirsyartiyeke mezin bernamzetiya xwe vekişand. Em spasiya Yildirim, Gulîzar Îpek û hemû bernamzetên din dikin. Li gorî vê yekê Ahmet Turk û Devrîm Demîr dê di hilbiajartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2024’an de bibin namzetên me yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê. Em ê ezmûna xwe ya hilbijartinê di hilbijartinên 31’ê adarê de bi serkeftinê tacîdar bikin.”

PEYAMÊN NAMZETAN

Namzetan Devrîm Demîr jî di axaftina xwe de spasiya gel kir û got wê di hilbijartinê de ser kevin. 

Ahmet Turk jî di axaftina xwe de diyar kir ku hilbijartinên pêş ji bo pêşeroja gelê kurd girîng in û ev tişt anî ziman: “Dê gelek kurd biryara xwe bide bê ka dê xwedî li pêşeroja xwe derkeve yan na. Berpirsyartiya hevalên me yên li qadan û zindanan di greva birçîbûnê de li ser milê me heye. Berpirsyartiya gelê me li ser milê me ye. Heke li dijî hewldana tunekirina gelê kurd em gavekî xurt neavêjin, heke em yekitiya xwe ava nekin dê bi zilmê re rû bi rû bimînin. Ez spasiya bernamzetê me Azad Yildirim dikim. Bûbû duyemîn û ji hilbijartinê ferexat kir. Em ê teqez bi ser kevin.”