DEM Partî û AKP’ê wê sibe li hev bicivin

Hate ragihandin ku hevdîtina navbera DEM Partî û AKP'ê wê  sibe (28'ê Gulanê) saet di 15.00 de pêk were.

DEM Partî û AKP’ê wê sibe li hev bicivin
27 gulan, 2025   11:43
 NAVENDA NÛÇEYAN

Dema hevdîtina navbera heyeta Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û AKP'iyan diyar bû.

Li gorî agahiyan, heyeta DEM Partiyê wê roja Çarşemê saet di 15.00 de bi AKP'ê re hevdîtinê bike.

Di nava heyeta DEM Partiyê de wê Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî hebin.

Eşkere nebû bê hevdîtin li ku derê pêk were.