‘Bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan erkeke exlaqî û ya her kesî ye`

Şêniyên Amûde yê kantona Cizîrê, ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, bang li partî, hiqûqnas û rêxistinên mafên mirovan kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Her wiha teqezî bi girîngiya yekirina helwestên siyasî û meşandina xebatên cidî di vî warî de kir.

‘Bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan erkeke exlaqî û ya her kesî ye`
25 cotmeh, 2024   04:10
QAMIŞLO
SÎMAV MEHMÛD

Şêniyên bajarê Amûdê di çarçoveya daxwazên bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, helwestên şermok ên rêxistinên navneteweyî û hiqûqî yên ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan paşguh kiriye, şermezar kirin.

Mihemed Xeyder Tewfîq got: "Divê partiyên siyasî li gorî berpirsyariyên xwe tev bigerin û li hember pergala qirkirinê û îşkenceyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bê deng nemînin."

Tewfîq wiha domand: "Divê em li qadan bin, ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi det bixin. Divê em karibin mafên xwe biparêzin."

Tewfîq destnîşan kir ku sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê kirin, bandor li gel tevda dike û ji be wê bang kir ku her kes xwe perwerde bike ji ber ku tenê bi perwerdeyê dikarin xwe biparêzin û ji zulmê xilas bibin.

Tewfîq got parastina mafên jinan, gel, ziman, wekhevî û biratiya gelan gelek girîng e û ew beşeke têkoşîna ji bo bidestxistina neteweya demokratîk e.

Ebdulselam Fafûr jî bang li partiyan kir ku ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, berpirsyariyên xwe bi cih bînin û wiha domand: "Divê semîner ji gelan re li dar bixin. Divê li qadan bin. Bidestxistina vê armancê, erkeke exlaqî ye ku divê her kes li gorî wê tevbigere."

Her wiha Reşad Hesen jî got: "Divê her kes li qadan be. Divê em erkên xwe li hember Rêber Abdullah bikin da ku azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin."

(şx)

ANHA