'Danezana Destûrî nûnertiya jinan nake'

Jinan têkildarî "Danezana Destûrî" ku ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye derxistin diyar kir ku divê lêvegerke berfireh li ser çêbe û hemû pêkhate berşdarî proseya nivîsandinê bibin. Her wiha divê di destûrê de mekanîzmayên parastina mafên jinan hebin.

'Danezana Destûrî nûnertiya jinan nake'
3 nîsan, 2025   05:20
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Di 13’ê Adarê de desthilata Şamê ya demkî "Danezana Destûrî" ragihand. Li hemberî wê bertekên gel zêde bûn. Jin têkildarî nerazîbûna xwe ya li hemberî "Danezana Destûrî" ji ajansa me re axivîn.

Fikriye Ferho diyar kir ku ew 36 salan derketiye derveyî welat lê bi destpêkirina şoreşa Rojava re hate serdana Rojava û êdî bi hêsanî tê welatê xwe.

Fikriye wiha behsa destûra nû ya desthilata Şamê kir: "Destûra ku hatiye îmezekirin tu carî nayê pejirandin. Destûrê ku mafên jinan tê ne nîn e, tu carî nayê pejirandin. Piştî ew qas ked û şehîdên ku me dane em ê çawa vê destûrê bipejrînin. Tu cudahî di navbera hikumeta Baasê û desthilata Şamê ya demkî de tune ye. Eynî zîhniyet, desthildarî û kiryaran pêk tînin.”

Fikriyeyê axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di destûrê de tu biryara gelan tune ye. Civakê êzidî tu carî destûra nû qebûl nake.”

'BI VÊ ZÎHNIYET Û VÊ DESTÛRÊ XETERE LI SER JINAN HEYE'

Eliye Osman wiha axivî: “Bi navê sîstema ku dide meşandin diyar bû ku wê tu mafên ji bo gelan neyên dayîn. Vê destûrê mafên Kurd, Suryan û Ermenan çewisandine."

Eliyeyê wiha dewam kir: "Destûra ku hatiye nivîsandin, hişmendiya dûrxistinê diçespîne û pêkhateyên bingehîn ên civakê biçûk dixe, her wiha mekanîzmayên parastina azadiyan tê de nîn in. Bi vê destûrê xeterî li ser civak û jinan heye. Jinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu carî vê destûrê qebûl nakin."

'DIVÊ HEMÛ PÊKHATE BEŞDARÎ PROSEYA NIVÎSANDINÊ BIBIN'

Çeklîn Hemo jî wiha got: “Rewşa civakî vedibêje, lê mafên tevahî pêkhateyan hatine windakirin. Sûriyeya nû hewceyî destûreke nû ye ku cihêrengiya wê nîşan bide û mafên hemû welatiyên wê garantî bike. Lêvegereke berfireh li ser Danezana Destûrî were kirin û hemû pêkhate beşdarî proseya nivîsandinê bibin. Divê di destûrê de garantiyên zelal ji bo azadiyên bingehîn û mekanîzmayên parastina mafên jinan hebin. Em daxwaza guhertina destûra Sûriyeyê dikin."

ANHA