Rêxistina Efû ya Navneteweyî: Komkujiyên li perava Sûriyeyê sûcên şer in

Rêxistina Efû ya Navneteweyî bang li desthilata Şamê kir ku berpirsên komkujî li dijî elewiyan li perava Sûriyeyê kirine ceza bikin û gavên yekser pêk bînin ku tu kes an jî kom li ser bingeha mezhebî sivîlan hedef negirin.

Rêxistina Efû ya Navneteweyî: Komkujiyên li perava Sûriyeyê sûcên şer in
2 nîsan, 2025   20:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rapora Rêxistina Efû ya Navneteweyî de hat gotin ku bûyerên li perava Sûriyeyê çêbûne dikevin xana sûcên şer û berpirsiyara van aloziyên xwînrij hilgirt ser desthilata Şamê

Rêxistinê diyar kir ku li gorî agahiyên ku rêxistinê wergirtine milîsên alîgirê hikumeta zêdetirî 100 kes li bajarê Banyasê yê peravê di rojên 8 û 9’ê Adara 2025’an de qetil kirine û rêxistina 32 rewşên qetilkirinê belge kirin û anî ziman ku ew êriş mebest bûn û li dijî kêmneteweya elewî bûn û derqanûnî ne.

Şahidan ji rêxistinê re anî ziman ku çekdaran, beriya gef an jî qetilkirinê, ji qurbaniyan pirs dikir ku hûn elewî ne û di hin rewşa de ew li ser binpêkirinên rejîma berê tawanbar dikirin. Her wiha desthilatan malbatên qurbaniyan neçar dikir ku xizm û zarokên xwe bêyî rêûresman an jî cenazeyên giştî bixin gorên komî.

Sekretera giştî ya Rêxistina Efû ya Navneteweyî Agnes Calamard banga lêpirsîna berpirsên van komkujiyên hovane kir.

Agnes Calamard got li gorî şahidên ji rêxistinên re aşkera kirine ku milsên alîgirên hikumetê li dijî elewiyan êrişên tolhildanê yên hovane pêk anîn û desthilat di dirêjahiya wan du rojên komkujiyan destwerdan nekir.

Agnes Calamard bang li desthilata Şamê kir ku lêpirsên serbixwe û aktvî di van kiryarên qetilkirinê yên derqanûnî de pêk bîne û divê berpirsên binpêkirinên mafên mirovan tu erkan wernegirin.

(fr)