Dan û standinên DYA û Îranê didomin

Tora CNN‘ê ragihand ku tevî şer jî dan û standinên DYA û Îranê dewam dikin û hewldanên navbeynkaran û bangên çareseriyeke lezgîn hene.

Dan û standinên DYA û Îranê didomin
11 hezîran, 2026   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya CNN‘ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyeke dîplomatîk, dan û standinên bi armanca gihaştina lihevkirinekê di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de dewam dikin.

Çavkaniyan diyar kir ku tevî şerê leşkerî yê domdar jî, peywendiyên dîplomatîk di navbera her du aliyan de nesekinîne.

Pakistanê daxwaza kêmkirina rageşiyê kir û destnîşan kir ku hewldanên wê yên navbeynkariyê dewam dikin. Pakistanê da zanîn ku pêdivî bi dîplomasî û diyalogê heye ku wekî rêbaza sereke ya çareserkirina nakokiyan bi nav kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Pakistanê diyar kir ku welatê wî "ji ber rageşiya dawî pir bi fikar e". Her wiha daxwaza çareseriyeke berfireh a dan û standinan kir.

Çavkaniyên dîplomatîk ragihand ku şandeya Qeterê piştî hevdîtinên ku heta saetên serê sibê yên îro berdewam kir, ji Tehranê derket.

(bb)