Li Çilaxayê şewata li zeviyeke genim hat vemirandin

Tîmên agirkujiyên yên rewşên awarte li bajarokê Kêşikê şewata li zeviya genim vemirand.

Li Çilaxayê şewata li zeviyeke genim hat vemirandin
11 hezîran, 2026   12:20
QAMIŞLO

Li gundê Qastebanê yê herêma Aliyan a gundewarên bakurê Çilaxayê agir bi zeviyeke genim ket. Gundiyan agahî dan tîmên nuqteya rewşên awarte ya bajarokê Kêşikê. Li ser vê yekê tîmên nuqteya rewşên awarete ya bajarok tavilê berê xwe da cihên bûyerê û bi tevkariya şêniyan şewat vemirand beriya ku berfirehtir bibe.

Sedemên şewatê hîna nehatine zanîn. Lê tê gotin ku 2 donim çandinî şewitiye.

(bb)

ANHA