DAIŞ’ê berpirsyartiya êrişa li Moskovayê girt ser xwe 

DAIŞ’ê êrişa li Moskovayê ya di encama wê de herî kêm 60 kes mirine û 145 kes jî birîndar bûne, girte ser xwe.

DAIŞ’ê berpirsyartiya êrişa li Moskovayê girt ser xwe 
23 adar, 2024   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya cîhanê, duh bi çev çekdaran salona konserê ya nêzîkî Moskowê gulebaran kirin. Ajansa nûçeyan a Rîa ragihand ku herî kêm 4 kes bi kincên kamuflajê êriş kirine.

Li gorî medya Rûsyayê di encama êrişê de herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dane, 145 jî birîndar bûne. Tê gotin dibe ku hejmara miriyan zêdetir bibe.

Li gorî medya cîhanê DAIŞ’ê li ser malpera xwe ya telegramê der barê êrişê de daxuyaniyek parve kiriye û berpirsyartiya êrişa li Rûsyayê, girtiye ser xwe.