Şervanên YPG’ê di salvegera 5’an de pêngava Baxozê vegotin

Di salvegera 5’an a hemleya bidawîkirina hemû çeteyên DAIŞ’ê de, şervanên YPG`ê yên tevlî hemleyê bibûn, destnîşan kirin ku ewê li hemberî hemû êrîşan li ser riya şehîdan herêmê biparêzin.

Şervanên YPG’ê di salvegera 5’an de pêngava Baxozê vegotin
23 adar, 2024   09:15
HESEKÊ 

QSD’ê 9’ê Sibata 2019’an, bi navê “Pêngava Bagera Cizîrê” operasyona bidawîkirina hebûna çeteyên DAIŞ’ê dabû destpêkirin. Operasyon roja 23’yê Adara 2019’an bi rizgarkirina bajaroka Baxozê ya girêdayî Dêrazorê ku baregeha dawî ya çeteyan bû, bidawî bû. Bi operasyonê re serweriya DAIŞ’ê ya erdnîgarî bidawî bû. 

Bi minasebeta salvegera 5’an a rizgarkirina Baxozê, şervanên YPG’ê tevlî operasyonê bibûn, ji ANHA’yê re axivîn.

Ezîz Şehba: Her ku em pêş de diçûn hêza çeteyan dişikest. Dema em gihiştin navçeya Kesra ya Dêrezorê êdî manewiyata DAIŞ`ê nema bû. Piraniya wan radest bûn. Yên radest bûn, piranî hemwelatiyên ji welatên weke Afgînîstan û Pakîstanê bûn.

Me hewil dida ziyanê negihînin sivîlan. Ji şerê sing bi sing zêdetir şerê mayînan bû. Çeteyan li her derê mayîn danîbûn. Bi taybetî di malên sivîlan de mayîn datînan û ew dikirin mertal. Li her kolana dihat rizgarkirin jinan cilên reş li ser xwe davêtin û di şewitandin.

Di hamleyê de gelek alavên ku ala Tirkiyeyê li ser hebû hatin desteserkirin. Bê guman armanca dewleta Tirk ew e ku ewlehiya hêrême xirab bike û şoreşa Rojava têk bibe. Jiyana hevbeş a gelan û aramî dijî berjewendiyên wan e, lewma êriş dikin. Heya yek ji me hebe em ê desturê nedin ku ew bejwendiyên xwe pêk bînin.

Ronî Minbic: Hejmara çeteyên DAIŞ’ê nêzî 13 hezarî bû. 350 ji wan bi bîrandarî hatin girtin û gelek jî radest bûn. Dema em qala hamleya Baxozê dikin şehîdên me tê bîra me. Hevreyên me bi lehengî şer kirin, li berxwe dan. Ji bo ewlehiya herêmê em ê di rêya hevalên xwe yên şehîd de bimeşin û tu carî serî ji dagirkeran re natewînin.

Zagros Kobanê: Di hemmeya Baxozê de me herî zêde ji hevalên jin cesareta şerkirinê digirt. Hevalên jin di her karî de pêşeng bûn. Beriya me li eniya pêş dimeşiyan. Bi hêza hevalên jin cesareta min a şerkirinê zêde dibû. Heval bi coş û kelecan biser dijmin de diçûn. Hevalên ku cara yekem tevlî şer dibûn jî bi cesaretek mezin ser çeteyan de diçun. Baxoz bi xwîna şehîdan hate rizgarkirin, em ê li hemberî hemû êrîşan herêmên xwe biparêzin.