Daîreya Têkiliyan: Destekê bidin Rêveberiya Xweser

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêya "Îtîlafê" hewl dide êrişên xwe yên li dijî herêmê rewa bike.

Daîreya Têkiliyan: Destekê bidin Rêveberiya Xweser
1 kanûn, 2024   22:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek der barê geşedanên dawîn de, da.

Daîreyê bang li hêzên navneteweyî yên xwedî bandor di Sûriyeyê de kir ku di çarçoveya parastina rewa de û ji bo parastina gelên herêmê destekê bidin Rêveberiya Xweser û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rawestînin.

Daîreyê diyar kir ku ew amade ne ji bo parastina aramiya Sûriyeyê bi hemû aliyên Sûriyeyê û yên herêmê re diyalogê bike.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl didin bi rêya "Îtîlafa opozîsyonê" êrişên xwe rewa bikin û sîwaneke siyasî ji hêzên terorîst çêkin.

(mh)

ANHA