Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk banga bidawîkirina qirkirinê kir

Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bang li NY'ê û rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku qirkirina dewleta Tirk a dagirker a li dijî gelê Sûriyeyê bi dawî bikin.

Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk banga bidawîkirina qirkirinê kir
1 kanûn, 2024   22:01
REQA

Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê geşedanên dawîn de daxuyaniyek da.

Daxuyanî li Reqayê ji aliyê hevseroka konfedraliyê ya Reqayê Nesrîn El Hesen ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Sûriye di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û komên radîkal ji vê rewşê sûd girt da ku rûberên berfireh kontrol bike.

Di daxuyaniyê de sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlên Kurd ên Efrînê û yên ku ji Efrînê li herêmên Şehba û Til Rifetê koçber bûne, hatin şermezarkirin û banga bidawîkirina qirkirina li ser wan hat kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin ku li pişta Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bin û her kes li qad û kolanan bimînin. Her wiha soza domandina têkoşînê ji bo bidawîkirina metirsiyan hat nûkirin.

Têkildarî wê bang li civata navneteweyî, dewletên xwedî rol di Sûriyeyê de û rêxistinên mirovî û hiqûqî hat kirin ku bi awayekî lezgîn êrişên hovane yên li dijî herêmê rawestînin, dorpêça li ser wê bi dawî bikin û sivîlan ji qirkirinê xelas bikin.

(mh)

ANHA