Civîneke leşkerî ya Amerîkî- Erebî- Îsraîlî hat lidarxistin

Malpereke Amerîkî ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên civîn şopandine da zanîn ku serfermandarê Îsraîlê li Behreynê bi fermandarên leşkerî yên Erebî re civiya û hevkariya ewlekariyê ya herêmê nîqaş kirin.

Civîneke leşkerî ya Amerîkî- Erebî- Îsraîlî hat lidarxistin
12 hezîran, 2024   23:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ku agahiyên wan li ser civînê hene ji malpera Axios re da zanîn ku serfermandarê artêşa Îsraîlê vê hefteyê bi hevpîşeyên xwe yên gelek artêşên Erebî re civiya û hevkariya ewlekariyê ya herêmî nîqaş kirin.

Serfermandarê artêşa Îsraîlê general Herzi Halevi û generalê Amerîkayê Michael Kurilla di civînê de beşdar bûbûn.

Hat diyarkirin ku di civînê de hevkariya leşkerî ya di navbera Îsraîlê û dewletên Erebî de bi pêşengtiya Amerîkayê hatin nîqaşkirin.

Her wiha di civînê de generalên mezin ên Behreyn, Îmarat, Siûdiyê, Urdun û Misrê beşdar bûn.

Malperê diyar kir ku Amerîkayê destnîşan kiribû ku bersivdana êrişa Îranê di 13'ê Nîsanê de serkeftineke mezin e.

Girêdayî wê, berpirsên Amerîkayê diyar kir ku hevkariya bi Îsraîlê û dewletên herêmê re hişt ku ew agahiyên îstixbaratî yên girêdayî êrişê bi dest bixin.

Her wiha berpirsan diyar kir ku Urdun û Siûdiyê bi awayekî çalak li hember moşek û balafirên bêmirov ên Îranê ku ji Îran, Iraq û Yemenê ber bi Îsraîlê ve hatine şandin, sekinîn.

(mh)